QENDÎL - Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Duran Kalkan pirsên ANF’ê yên der barê destdirêjiya dewleta tirk a ji bo başûrê Kurdistanê û têkiliyên dîplomatîk ên ji 5’ê mijdarê pêve di navbera dewleta tirk û Amerîkayê de pêk hatine de bersivandin.
Kalkan anî ziman ku hevdîtina Erdogan û Bush pir hatiye nepixandin. Kalkan pirsên ji bo plana AKP’ê ya ji bo pirsgirêka kurd jî bersivandin û diyar kir ku ‘banga ji bo vegera malê’ heqaret e ji bo gelê kurd. * Hin caran Talabanî û hin caran jî rayedarên PDK’ê dibêjin bila PKK ji Başûr derkeve. Ji bo vê helwestê hûn çi dibêjin? Divê rêveberiya Başûr, rêveberiyên PDK’ê û YNK’ê di vî warî de bêne rexnekirin. Ev helwesteke neteweyî ya demokratîk nîn e. Sînorên Kurdistanê di çarçoveya kişandina sînorên dewletên Rojhilata Navîn de piştî şerê cîhanê yê yekemîn derketine holê. Beriya hingê jî sînor di navbera Osmaniyan û Îranê de hatibûne kişandin. Ev sînor ne sînorên neteweyî ne. Îradeya kurdan ev sînor tu deman nas nekirine. Ev tiştekî aşkera ye. Hêzên emperyalîst li gorî berjewendiyên xwe ev sînor bi şer kişandine. Kî vê rewşê rewa bibîne, ew dijberê kurdan e. * Serokdewletê Amerîkayê Bush piştî hevdîtina 5’ê mijdarê got; ‘PKK dijmina me ya hevpar e.’ Hûn çi wate li vê gotinê bar dikin? Tiştekî aşkera ye ku Amerîkayê heta niha tu caran PKK ji bo xwe wekî dost nedîtiye. PKK tim dijber bûye. Her dem li ber têkoşîna dewleta tirk a li hemberî PKK’ê rawestiya. Di warê leşkerî, aborî û teknîkî de alîkarî daye Tirkiyeyê. Di vê çarçoveyê de gotina Bush tiştekî nû nîn e. Lê divê ev jî baş bê zanîn ku du hezên di kozikan de nehatine ber hev nabin dijminê hev. Lîteratûra xwe wisa dibêje. Heta niha tu caran PKK û hêzên Amerîkayê nehatine hemberî hev. Wê demê Amerîka çima PKK’ê bo xwe wekî dijmin dibîne. Têgeha ‘dijmin’ têgeheke leşkerî ye, dema te bi kar anî divê tu pêdiviya vê têgehê jî cih bînî. Di nava wê de bikaranîna hêza leşkerî jî heye. * Amerîka dê li hemberî we tiştekî wisa bike? Bi temamî wisa nebe jî hin kirinên ku tên vê wateyê di demên dawî de pêk hatine. Dan û standina îstîxbaratê hinekî tê vê wateyê. * Ango Amerîka yekser xwe dike alî? Bêguman. Bi vê yekê dibe aliyekî leşkerî. Bi awayekî vekirî tevlî şerê di navbera dewleta tirk û PKK’ê de dibe. Ev rewşeke xeternak e. Bi vê jî ranewestin. Hin berdevkên amerîkî dibêjin; ‘mafê xweparastinê yê dewleta tirk ê li ser axa Iraqê heye.’ Gelo heman maf ji bo PKK’ê jî nabe? Heke mafê xweparastina rewa yê du aliyan be, mafê PKK’ê jî yê xweparastinê heye. Li ser axa ji hêzên PKK’ê bêtir hêzên dewleta tirk hene. Li gelek deveran tang, top û yekîneyên leşkerî yên wan hene. Îstîxbarata wan, hêzên taybet ên leşkerî hene. Erê gelo li hemberî wan mafê xweparastinê yê PKK’ê nîn e? Divê rayedarên amerîkî vê jî rave bikin. Heke dê mafê berîhev ê xweparastinê dê hebe û PKK xwe biparêze, di vê qada ku ji aliyê Amerîkayê de dê aloziyên mezin çêbibin. Ev beriya her kesî ji bo Amerîkayê xetere ye. * Hin agahiyên ji hevdîtina di 5’ê mijdarê de pêk hatî derketine, hene. Tê gotin ku di paşperdeya hevdîtinan de hin planên cuda hene. Di nava planan de şerekî dijwar ê li hemberî PKK’ê jî tê axaftin… Li gorî min hevdîtina 5’ê mijdarê hinekê tê nepixandin. Ji zêdetirî hedî wate ji vê hevdîtinê tên derixistin. Û hêvî çêbûne. Em bi tevahî nizanin. Gelo hin biryar di navbera rêveberiyên Amerîka û Tirkiyeyê hatine girtin. Tişta gumana me pê neyî ew e ku bi biryarbûneke stratejîk a li hemberî Tevgera Azadiyê derketiye holê. Dibe ku Tirkiye di çarçoveya stratejiyeke wisa de çûbe cem Amerîkayê, lê tu guman pê nîn e ku Amerîka zêdetirî tiştekî bide dê tiştan bigire. * Rêveberiya heyî ya Tirkiyeyê dê bikaribe hêviyên Amerîkayê pêşwazî bike? Mînak rêveberiya AKP’ê ji bo daxwazên Amerîkayê yên li ser Îranê dibe ku gotibe ‘erê’. Lê heke sozeke wisa dabe Amerîkayê dê têkiliyên xwe yên bi cîhana Îslam û ereban re çawa bimeşîne? Li aliyê din tiştên Amerîka ji bo Iraqê dixwaze li holê ne. Gelo rêveberiya Tirkiyeyê dê van daxwazan bikaribe bi cih bîne. Lewre daxwazên Amerîkayê hene. Divê Tirkiye Iraqa Federal qebûl bike. Qebûlkirina Iraqa federal tê wateya naskirina federasyona kurdan jî. * Serfermandariya Giştî ya Tirk jî dê vê yekê qebûl bike? Heke em bi baldarî li Buyukanit û Başbug binêrin ne pêkan e ku vê yekê qebûl bikin. Rewa nabînin. Di vê çarçoveyê de polîtîkayên Amerîkayê ligel aliyê leşkerî yê dewleta tirk ji aliyê CHP’ê û MHP’ê ve jî nayên qebûlkirin. * Di vê noqteyê de em ê helwesta hêzên Başûr ku hev du nagirin çawa şîrove bikin? Aşkera ye ku rêveberiyên PDK’ê û YNK’ê li ser rêgeheke teng polîtîkayê dikin. Polîtîkayeke li gorî berjewendiyan teşegirtî dimeşînin. Rêgezên wan zeîf in. Ji pir aliyan zor li ser wan hene. Ji aliyê Îranê ve, ji aliyê Tirkiyeyê ve û ji aliyê ereban ve zor û zext li ser wan hene. Zora neteweya demokratîk a kurd û Tevgera Azadiya Neteweyî li ser wan heye. Mecbûr dibin ku her roj helwesta xwe biguherin. Bivê nevê dê taktîkan bi kar bînin. Di destpêkê de li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê hin tişt hatin gotin. Ji bo wê demê wisa axivîn. Polîtîka kir. Hinekî Tirkiye tehdît kirin û xwestin bandorê li ser hevdîtinên bi Amerîkayê re bikin. Heta radeyekê jî ev pêk hat. Lê ev yek di encama kîjan tawîzan de pêk hatiye em nizanin. Gelek dek û dolab û taktîk di nava vî karî de hene. Heke em bêjin PDK û YNK van dek û dolaban nabîne, nabe rastî. Ew jî dek û dolaban dibînin. Lê di asta têkoşîna demokratîk a neteweyî de qels dimînin. Dema keysa wan lê bê mifayên xwe esas digirin. * Têkiliyên we û hêzên Başûr çawa ne? Li hemberî we ketine nav helwesteke şênber? Bêguman livbaziyeke pratîk pêk hat. Lê kes nikare bêje ku tiştek nekiriye. Lê ne wekî gotina çapemeniya tirk e jî. Rewşeke ku me bîne berî hev nîn e. Tişteke wisa hêsan jî nîn e. Ew serdema ku dewleta tirk û hêzên emperyalîst kurd berî hev didan û li ser pevçûna kurdan berjewendiyên xwe diparastin li paş maye. Ev yek ji aliyê rayedarên PDK’ê û YNK’ê ve gelek caran hate ravekirin. Me jî gelek caran gotiye. Pêşveçûna siyasî ne wekî berê ne. Ji bo têkiliyên di navbera kurdan de pêvajoyek daye destpêkirin. Hin rewşên ku zorê didin hev hene û derfetên heyî baş nayên nirxandin. Tengezarî tên kirin û îhtîmala dek û dolaban hê heye. Me wekî tevger her kes di vî warî de hişyar kir. Hêzên demokratîk, rewşenbîr û siyasetmedar me hişyar kirin. Divê her kes vê yekê baş bizanibe: PKK motora siyaseta kurd e, lokomotîf e. Lokomotîfa azadiya kurdan e. Bêyî PKK’ê li tu parçeyên Kurdistanê ne demokrasî pêşve diçe ne jî azadî pêkan dibe û ne jî dewlet tê damezrandin. * Ji bo êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê tê gotin ev ji hebûna PKK’ê ya li vir diqewime… Ev rast e? Naxêr, ev rast nîn e. Di 92’ê pêngava yekemîn a vê yekê hate avêtin. Di 95’ê de jî heman helwest hate nîşandan û hatin li vir akincî bûn. Heta îro heman rewşê didomînin. Serfermandariya Artêşa Tirk armanca vê planê wisa rave kir: Em li PKK ê didin û bi vê yekê PDK’ê û YNK’ê di bin kontrola xwe de digirin.” Ango destdirêjiyên di 92 û 95’an de pêk hatin de bi tenê ji bo hebûna gerîlayan nebûn. Li hemberî PKK’ê aliyê li hemberî bûna PDK’ê û YNK’ê jî hebû. Armanca van operasyonan ew bû hemû Kurdistanê bixin bin kontrola xwe. Ligel vê yekê dê li hemberî kurdan şerê înkar û imhayê li Kurdistanê bimeşanda. Dihate xwestin ku bingehê vê yekê bê afirandin.
ANF