Leyla Zana: Eyaleta Kurdistanê Tirkiyeyê perçe nake. Kurdistan ji bo kurdan bêminaqeşe ye, ew dev jê bernadin. Sîstema eyaletî ê yekpareyiyê xwirtir bike. Van tiştan bikin û pêşeroja gelê me tarî mekin.
Çima ku şêra kurdan, Jeanne d’arca sedsala 21-ê Leyla Zana di axaftina xwe ya duh de a li Ixdirê daxwaz kir, got ”îdî dem hatiye ku Tirkiye ser bi eyaletan (herêmên xudmuxtar) bê dabeşkirin, Anqere, Tirkiyeyê dabeşî ser bi eyaletan bike û Eyaleta Kurdistanê deyne” dewleta tirk bi serokwezîr, wezîrê derva, polîs, dozgêr û medyaya xwe lê hatiye xezebê. Dewleta tirk rabuye piyan û berê êrîşên xwe daye Leyla Zanayê.
Duh serokwezîrê tirk Receb Tayyib Erdogan di axaftina xwe ya dawîn a kampanyaya hilbijartinan de a di kanaleka televîzyonê de bi hêrs bersiva Leyla Zana da û got ”ev pirseka hiqûqî derdixe holê, ev nêrîneka hednezan e. Miheqeq dadgeh ê taqîbata vê nerînê bi layiqî bike”.
Erdogan wiha got: ”Ji bo ku ew xwînê wenda dikin (di hilbijartinê de dengan wenda dikin) loma ev daxwiyanî hat. Em dibînin ku cih li wan teng buye. Metodê van hêzên tundrew her ew e , gelo em ê bi tehrîk û pîjkirinê çawa dengan bigirin. Ya tehdîd dikin, ya rasterast diçin li ser sindoqan rûdinên, wek ku di hilbijartinên berê de jî bû, dengan xesb dikin.
Daxwiyaniyên ku hatine dayin gelek bêtalih in, ji bêtalihiyê jî wêdetir divê dozgêr bi berpirsiyariya xwe rabin. Ez ne dozgêr im, li meydanê tiştekî dizî jî tuneye, her tişt eşkere hatiye gotin. Hûn nikarin rabin nêrîneka ku vî welatî ber bi perçebûnê ve bibe, avabûneka ku vî welatî perçe bike daxin meydanê. Di arefeya hilbijartinê de hûn nikarin tahrîkeka wiha bikin. Ev ê pirsgirêkeka hiqûqî derxe, dîtineka hednezan e. Miheqeq dadwerî ê bi layiqî taqîba vê dîtinê bike”
Wezîrê derve Abdullah Gul jî li ser axaftina Leyla Zana a duh gelek hêrs bû û wiha got: ”Ev axaftineka gelek bêberpirsiyarî ye, çimkî ez bawer nakim ku ev axaftin bi nezanî hatiye kirin. Li meydanê metodeka provakatîf heye.” Gul got ”Zana û hevalên wê berê jî gava ew parlamenter bûn wan tiştên bi vî awayî kir. Ev gelek şaş e. Ev bi tevayî daxwiyaniyeka tehrîkkar û di arefeya hilbijartinê de provakatîf e.”
Abdullah Gul got dema DTP-yî bên parlamentoyê, gava herî pêşin ku divê bavêjin ew e ku hemû kesên peywendiya wan bi terorê re heye rûreş bikin û di vî warî de hesasiyeteka mezin nîşan bidin.”
Birêvebiriya Ewleyiya Ixdirê bi nameyekê serdana serdozgerîyê kir ku pirs û lêkolîn di heqê Leyla Zana de destpêbike.
Leyla Zana di axaftina xwe ya Ixdirê de wiha gotibû:
”Yên ku bi salan e tu pirsgirêka me çareser nekirine dixwazin îradeya me teslîm bigirin. Ji me dixwazin ku em ji ber kirinên xwe poşman bibin, doza lêborînê bikin. Min di sala 1991-ê de li parlamentoyê bi kurdî sond xwar, qiyamet rabû. Me çi di vê de heye ? Min ew sond ji bo gelê xwe xwend. Yên ku ez dibejim ne hema peyvên vala ne, ji nîveka dilê min tên. Ez ne poşman im."

Leyla Zana diyar kir gelek caran ji wan tê pirsîn ku kurd çi dixwazin û wiha berdewam kir :
« Kurd zanin çi dixwazin. Baş e gelo Anqere jî zane ku kurd çi dixwazin? Ez vê yekê bi eşkereyî dibêjim: Kurdan çend caran destê aştiyê dirêj kir. Kurd ne mecbûrê kesî ne. Di prosesa Îmraliyê de çi ji destê kurdan hat wan kir. Lê tirkan hîç gavek jî neavêt. Ji bo çareseriya pirsa kurdî berî her tiştî divê efuyeka giştî bê derxistin, em derbasî sîstema eyaletan bibin û eyaleta Kurdistanê bê danîn. Em vê dixwazin. Ez zanim ev ji bo wan tabû ye, lê take çareserî ev e.
Eyaleta Kurdistanê Tirkiyeyê perçe nake. Kurdistan ji bo kurdan bêminaqeşe ye, ew dev jê bernadin. Sîstema eyaletî ê yekpareyiyê xwirtir bike. Van tiştan bikin û pêşeroja gelê me tarî mekin.”
NETKURD