BEHDÎNAN - Partiya Jinên Azad a Kurdistanê (PAJK), der barê bidarvekirina gerîlayê PJAK’ê Hasan Hîkmet Demîr û çalakiya Ronahiyê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniya PAJK’ê de hate diyarkirin ku çalakiya fedaî ya Senem Erîşen (Ronahî) di pêvajoyeke wisa de çalakiya xwe li dar xist û asta mîlîtaniyê derxist holê. Di daxuyaniya nivîskî de hate destnîşankirin ku Ronahî bi qehremanî, fedakarî û çalakiya xwe tevli hemleya ‘Êdî Bes e!’ bû û wiha hate gotin: “Ronahî bi çalakiya xwe bersiv da zextên ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedî li têkoşîna azadiyê derket. Her wiha Ronahî, bi çalakiya xwe li dijî rejîma Îranê, bêîradebûnê, polîtîkayên înkar û îmhayê derket.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Hasan Hîkmet Demîr (Agîd) bi hovane hate bidarvekirin û ev tişt wek êrîşa li hemberî Têkoşîna Azadiyê hate kirin, lê çalakiya Ronahî nîşan da ku êdî wekî berê dewleta Îranê nikare gelê kurd bikuje û bi çalakiya xwe bersiv da Îranê. Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên dewletên cîhanê dixwazin Têkoşîna Azadiya Kurdan bixeniqînin, lê dîsa Ronahî jî wekî Mazlûm, Kemal Pîr, Egîd, Berîtan, Zekiye, Ronahî, Bêrîvan, Zîlan, Sema, Viyanan bersiv da.
PAJK’ê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku Ronahî bi îdia û bibiryar her tim ji bo afirandina jina azad di nava têkoşînê de bûye û di jiyanê de nîşan dide û daxuyanî wiha dom kir: “Em xwedî li çalakiya Ronahî derdikevin û her tim dê têkoşîna wê bilind bikin. Û em bang dikin her kes bila hemleya ‘Êdî Bes e!’ bilind bikin.
Zextên li ser Ocalan hatin şermezarkirin
KOLN - Li Kolna Almanyayê jinên kurd li dijî zextên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên Artêşa Tirk çalakiya şermezarkirinê li dar xist. Jinên kurd li qada Dom li hev civiyan. Jinan, piştgiriya rêveberiya Washingtonê rexne kir û bang kirin ku divê operasyon bêne bidawîkirin. Jinan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dowîzên ‘Êdî Bes e!’ bi kurdî, tirkî û almanî hatibûn nivîsandin vekirin.
Nûnera YJA Starê der barê çalakiyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku operasyon nabin çareseriya pirsgirêka kurd, divê dewleta tirk ji bo aştiyê bi KCK’ê re li ser masê rûne. Her wiha di çalakiya jinên kurd de polîsên alman tedbîreke berfireh girtibû. Çalakiya jinên kurd bê bûyer qediya.
ANF