Ferho, ev cihên ku ez behsa wan dikim, gav bi gav, bost bi bost, bi xwehdan, bi ked, bi xwîn û parçê goştê zarokên we hatine ava kirin, bi gotinên pîroz hatine pêçan.
ROJBAŞ HEVAL -III-
“Min di dil de stranek got
Silavan li hevalê
Herekolbike
Sehît Xebat” (Yilmaz Altin)
Belêê, ew kesên ku ez behsa wan dikim zarokên we ne... Ne tenê zarokên we ne, çavkaniyên hêviyên we ne... Asoyên paşerojên we ne... Utopya we ne... Destinî û cîhana gelê kurd guhertine... Cîhanek jî ava kirine... Ne dikarim bi gotinan û terahî, van cîhanan bînim ziman... Ne jî hêza pênûsa min heye... Jiyanek ku pîroz be... Kesek ku xwedawendî be... Bejnek ku şahlewendî be... Nêrînek ku di nava nîgariya kozmîk de be, bi ewrê sîsmîk pêçayî be... Ez ne Meleyê Cizîrî me, ne jî Ehmedê Xanî...
Meleyê Cizîrî bû bingeha romantîzmê...
Ehmedê Xanî bû bingeha lîrîzmê...
Her ciwanekî li serê çiyayê Qendîlê, li serê çiyayê Behdînan, li serê çiyayê Garê, li serê Çiyayê Xinêre, li serê çiyayê Zagrosê, li serê Çiyayê Bagokê, Ehemedê Xanî ye, meleyê Cizîrî ye... Li wna çiyarêzan çavkaniyên hêviyê afirandine û ava azadiyê ku ji wan çavkaniyan diherike, ber bi gelî, deş, gund û bajaran diherike. Di herike, bêrawestandin... Jiyaneke bi stêrikan re... Bi stêrikan re girêdana govendan... Jiyaneke ku bîranînên rojane li ser rûdena ava li herik tê nivîsandin... Her roj berê herka çemê dîrokê tê guhertin... Rabûn û rûniştineke watedar ku her kêlîka wê bi nîqaş û karên watedar, bi nirx derbas dibe... Li Qendilên ku hejmara wan 7 in, yek gav belaş nayê avêtin, yek gotin vala nayê gotin, yek nêrîn bê sewda nayên şikandin...
Kî ne ew şêrgel?
Kî ne ew delalên ji estetîka xwezahî xweşikahiya xwe girtine?
Kî ne ew Nemirên ku destîniya gelê Kurd guhertine?
Kî ne ew?
Kî ne, zarokên we ne...
Ez tiştekî bînim bîra we...
Ji bo xwendevanan iring e... Tiştê ku bibêjim bang e... Pêşniyazeke...
Ji bo tevahiya Kurdan giring e...
Ew kesên ku em mijara wan tînine ziman benda we ne. Li hêviya we ne. Dixwazin hun teva biçin serdana wan... Biçin û jiyana wan ya watedar bibînin. Biçin û Kurdistana azad, çiyayên azad bibînin... Dibin kolan de, dibin çardaxan de razin... Xuşxuşa çemên ku bîranîn û serpêhatiyên gerîla li ser rûdêna wan hatine nivîsandin bibihîzin û guhdariyê bikin. Herin, Tuwê şêmî bixwin...
Erêêê Tuwê şêmî, dibin cihê şivanan re yek dara tuwê heye, her tuwekî liqasî teliyekê mezin e, liqasî şûşek hibrê ji tejî ava sor e...
Herîn gorîstanên helbestî bibînin...
Rê vekiriye... Rê jî xweş in û ne teva be jî, pirraniya riyan ziftkirî ye...
Ku ne hun ji kêfa xwe re bimeşin, hun dikarin yek gavê bi piyan nemeşin..
Herin bibînin... Wargehên pîroz çawa ne?
Wargehên xwedawendan, peyamberan çawa ne?
Dibejin ku bi mucîzeyan hatine avdan ne wilo?
Bi pîroziyan hatine xemilandin ne wisa? Bi gotinan hatine pêçan ne wilo?
Vêce, ev cihên ku ez behsa wan dikim, gav bi gav, bost bi bost, bi xwehdan, bi ked, bi xwîn û parçê goştê zarokên we hatine ava kirin, bi gotinên pîroz hatine pêçan.
Erêêê... Hatine ava kirin. Baraj hene... Elektrîk heye... Nexweşxane hene... Doktor hene... Hemşire hene... Ava sar û germ heye... Ava germ li ber rojê... Ava sar ji kaniyan... Serşokên modern jî hene... Erê ne bi kuwêt in, lê dibinê darên zemanî de, qotîkên bin wan qulkirî (moxilî) avê bi ser serê we de direşînin.
Biçin, da ku hun dengê Beqan bikin... Beq... Ew Beqên ku di çemên Kurdistanê de qur-qurê dikin û dengê wan di muzîka cîhanê de, cih ne girtiye bi balkêşî guhdar bikin. Darmêweyên cur be cur, geyanifşên cur be cur ku menendê wan li cîhanê tune ye bibînin... Çiyayên ku hêbeta wan xwedayî ne... Çiyayên ku bûne mertala serketinê... Çiyayên ku bûne parestgeha dîrokî bibînin...
Erda hişk nerm kirine, ezmanê bilind nizim kirine...
Li ser wê erda ku nerm kirine balgihên wan ne kevir in, dibin ezmanê ku nizim kirine de, lihêfa wan jî ne ewrên li ezmanan e. Lewra dixwazim bibêjim ku, her gotin zêreke... Û pirtûkên cîhanê, rojnameyên cîhanê teva binivîsin nikarin nirxên hatine ava kirin, hatine bidestxistin bînin ziman. Dê dewam bike
ÇAVDÊRIYÊN MEDENÎ FERHO/QENDÎL